Helbestvan ew kes in ku helbestan dinivîsin û dixwînin. Di serdema nûjen de gelek helbestvanên kurd helbestên xwe li ser malperên înternetê û li ser medyaya civakî parvedikin. Kesên helbestvan raman û hestên xwe bi şêwazeke helbestî dinivisîn an jî dixwînin. Helbestvan ji pêşdîrokê ve hema hema bi hemî zimanan hene û berhemên pir cihêreng ku di çand û serdemên cuda de ne çêkirine.[1]
Di nav kurdan de gelek kesên bi helbestnivîsê eleqedar in hene. Lê gelek helbestvanê kurdan ji ber ku helbestên xwe bi nivîskî tomar nekirine, beyî ku tu berheman li pey xwe bihêlin hatine jibîrkirin.
Mînakek helbesteke ku bi kurdî ji aliyê helbestvana kurd Gulîstan Dêrikî ve hatiye nivîsandin li jêr e:[2]
Helbestvan gotiye: "Evîn hespekî çîlspî ye û jixwe herkes nikare lê siwar bibe."
Tu qet li hespa siwar bûyî? tu dizanî ku hesp azadî ye jî?.. ez nezîkî azadiyê bûm û nezîkî evînê... nehiştin ku ez li hespê siwar bim. Birîndar kirin, ketim erdê! Tu qet birîndar bûyî? birîna ku kes nikare bipêçe... |
Di her şaristanî û zimanî de, helbestvanan şêwazên cûrbecûr bikar anîne ku bi demê re hatine guhertin û di encamê de bêhejmar helbestvanên cihêreng ên wekî wêjeya ku (ji dema hatina pergalên nivîsandinê ve) wan hilberandiye, bikar aniye.