Isfendiyar, Esfendiyar (bi farisî: اسفندیار), lehengê efsanewî yê Îranê û yek ji karakterên Şahnameyê. Ew kurê mezin ê Guştasb, mîrê Keyaniyan, yek ji xanedanên beriya îslamê yên Îranê ye.
Di çavkaniyên pehlewî de wek parêzvanê pêbawer û pêşengê Zerdeştiyê tê binavkirin. Digel vê yekê, di edebiyatê de herî zêde bi têkoşîna xwe ya bi Ristemê Zal re navdar bû û bi mirina xwe ya trajîk re behsa wî hat kirin. Berhema ku kesayeta wî ya efsaneyî daye Isfendiyar û lehengiya wî kiriye dastan, Şahnameya Firdewsî ye.
Isfendiyar dema bavê wî sax bû, ji bo belavkirina dînê zerdeştî beşdarî gelek şeran bû û serkeftinên girîng bi dest xist. Piştgir û şêwirmendê wê yê herî mezin meleyê Zerdeştî Pesûtan e. Hesûdiya serkeftina wî, bavê wî Guştasb, kurê xwe di qesrê de zindan kir, ji tirsa ku kurê wî, textê wî bigire. Di vê navberê de Mîr Ercasb leşkeran dişîne û Îranê talan dike û du keçên Guştasb dîl digire. Ji ber ku Gustasb di rewşeke dijwar de ye, Isfendiyar dişîne da ku keçên xwe rizgar bike. Isfendiyar xwîşkên xwe xilas dike. Paşê bavê wî jê dixwaze ku Ristemê Zal girêbide û bîne; Îsfendiyar ku di heman rojê de çûye Şebistanê, bi Ristemê Zal re ketiye şer. Ristemê Zal di dema têkoşîna wan de çavên Isfendiyar bi tîreke çeqel kor dike. Isfendiyar dema kor dibe, ji kedera xwe dimire. Erdeşîr Behmen Daraz, kurê Isfendiyar, dikeve ser textê Îranê ku ji ber mirina Guştasb vala bû.1