Polonya

Rzeczpospolita Polska Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Polonya
Rzeczpospolita Polska Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Move your imagination Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Mazurek Dąbrowskiego Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Polonya li ser nexşeyê
Map
Paytext

52°Bk, 19°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
  • zimanê polonî
  • zimanê almaniya sîlezî
  • zimanê hêmayan ê polonî
  • zimanê prûsiya kevn
  • zimanê vîlamovî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêveberî Pergala parlamenter, dewleta yekpare, pergala nîvserokatiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Andrzej Duda (2015–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Donald Tusk (2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 11 çiriya paşîn 1918 (dewleta desthilatdar) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 312.683 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 38.382.576 (2019) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
  • Central European Time
  • UTC+1
  • UTC+2
  • Europe/Warsaw
  • Central European Summer Time Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hatûçûna ajotinê
  • rast Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +48

Polonya yan jî bi fermî Komara Polonyayê; bi polonî: Polska; bi poloniya fermî: Rzeczpospolita Polska), welatekî Ewropaya Navendî ye ku li 16 parêzgehên îdarî yên bi navê voivodeships hatiye dabeşkirin. Polonya bi giştî 313.931 km² rûerd vedigire. Nifûsa Polonyayê li dora 38 milyon kes e û welatê pêncem e ku bûye endamê Yekîtiya Ewropayê. Warşova paytexta netewe û metropola herî mezin ê Polonyayê ye. Bajarên din ên mezinên welêt Kraków, Gdańsk, Wrocław, Katowice, Łódź, Poznań, Szczecin û Lublîn e.

Polonya xwedan avhewa veguhêzeka nerm e û axa welêt di deşta ewropî ya navîn derbas dibe ku ji Deryaya Baltîkê li bakur heya Çiyayên Sudeten û li başûr jî heya Çiyayên Karpatananê dirêj dibe. Çemê polonî yê herî dirêj Çemê Vistulayê ye û xala herî bilind a Polonyayê Çiyayê Rysy ye ku yek ji çiyayên Çiyayê Tatraya Karpatanê ye. Welêt li aliyê bakurê rojhilat ve bi Lîtvanya û Rûsya, li rojhilat ve bi Belarûs û Ûkrayna, li başûr bi Slovakya û Çekya û li rojava ve bi Almanyayê re sinorê bejayî parvedike. Di heman demê Polonya sinorên deryayî bi Danîmarka û Swêdê re parve dike.

Jiyana mirovî yên pêşdîrokî ya li ser axa polonî heya 10.000 salên b.z. diçe. Ji hêla çandî ve li seranserê kevnariya paşîn ê cihêreng, herêm ji hêla eşîrên polonan ve hatiye niştecih kirin ku navê wan di serdema navîn a destpêkê de li Polonyayê hatiye danîn. Dewleta polonî di sala 966an de hatiye damezrandin ku di dema serwerekî pagan ê polonî di bin banê Dêra Romayê de dibe xiristiyan hatiye avakirin. Qiraliyeta Polonyayê di sala 1025an de derdikeve holê û di sala 1569an de têkiliya xwe ya dirêj bi Lîtvanya re zexm dike ku bi vî rengê Hevpeymaniya Polonî-Lîtvanî hatiye avakirin. Polonya di wê demê de yek ji hêzên mezin ên Ewropayê bû ku bi pergalek siyasî ya bêhempa ya lîberal di sala 1791ê de yekem destûra nûjen a Ewropayê pejirandiye.

Bi derbasbûna Serdemek Zêrîn a Polonî ya dewlemend, welat di dawiya sedsala 18an de ji hêla dewletên cîran ve hate dabeş kirin û carek din dîsa di sala 1918an de serxwebûna xwe wekî Komara Duyem a Polonî bi dest dixe. Di îlona sala 1939an de dagirkirina Polonya ji hêla Almanya û Yekîtiya Sovyetê ve dibe sedema Şerê Cîhanê yê Duyem û Şerê Cîhanê yê Duyem dibe sedema bi milyonan qurbaniyên polonî. Weke endamek Bloka Komunîst a di dema Şerê Sar a cîhanî de, Komara Gel a Polonyayê damezrînerê Peymana Warşovayê bû. Bi derketin û tevkariya Tevgera Hevgirtinê (Sendîkaya Polonî), hikûmeta komunîst hate hilweşandin û Polonya di sala 1989an de carek din dîsa wekî dewletek demokratîk ji nû ve hatiye avakirin.

Polonya komarek parlamenî ye ku du meclîsên sejm û senatoyê pêk tê. Welêt xwedî bazarek pêşketî û aborîyek bilind e. Polonya di warê aboriyê de wekê hêza navîn tê hesibandin ku welêt ji hêla Dahata Berhemên Kesane ya Neteweyî ve di Yekîtiya Ewropayê de şeşem aboriya herî mezin û ji hêla (PPP) ve welatê pêncemê Ewropayê ye. Welêt standardek pir bilind a jiyanê, ewlehî û azadiya aborî peyda dike welat xwedî perwerdehiya zanîngehê ya belaş û xwedî sîstema lênerîna tenduristiyê ya gerdûnî ye. Li welêt 17 Mîrateyên Cîhanî yên UNESCOyê hene ku 15 ji wan mîrateyên çandî ne. Polonya dewletek endamek damezrîner a Neteweyên Yekbûyî ye, endamê Rêxistina Bazirganiya Cîhanî, NATO, Yekîtiya Ewropayê û endamê Herêma Schengen e.


From Wikipedia, the free encyclopedia · View on Wikipedia

Developed by Nelliwinne